• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir

Gulan Media August 9, 2017 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir
Roja sêşem 08.08.2017 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Frank Baker Balyozê Brîtanya li Iraqê û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de behsa rewşa siyasî û emnî ya Iraqê li qonaxên piştî Da'îş û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda kirin û her wiha ronahî xistin li ser paşaroja peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda û biryara gelê Kurdistanê ji bo encamdana referandûma li 25.09.2017.

Li hevdîtinê de Serok Barzanî tekez kir ku gelê Kurdistanê dixwaze li rêya aştî û dûrî tundutîjiyê bi mafên xwe bigihe û baştirîn peywendî li gel Bexda û cîranan û welatên navçeyê de hebê.

Top