Xeyrulla Xeyrulla.. Kurd qebûl naken li jêr desthelata Heşda Şe’bî bijîn
Xeyrulla Xeyrulla nivîskar û mîdyakarê navdarê ‘Ereb ragihand; Lurd qebûl naken li jêr desthelatekê bijîn ku Heşda Şe’bî serkirdatîya wê bike.
Xeyrulla Xeyrulla di gotara xwe da ya li rojnameya El’Ereb belav kirî eşkera kir; Kurd nikarin di gel rijêmekê bijîn Heşda Şe’bî serkirdatîya wê bike pêdivye komkara ‘Erebî jî di wê yekê bigehe.
Ragihand jî; Peyama emîndarê giştîyê komkara ‘Erebî ji bo Serokê Herêma Kurdistanê siruştî bû lê pêdivî bû emîndarê giştîyê komkara ‘Erebî helwest hemberî cînusayd û karên taîfî li Îraqê derbrî ba, ên mîlîşyatên Heşda Şe’bî li Mûslê encamdan.
Xeyrulla di gotara xwe da got; Referandom encamê bêseruberî û şepirzeyî ya Îraqê ye, encamê çîneka talankar ya welatê xwe xistîye jêr sîbera Îranê, Îranê jî destê xwe danaye ser hemû livîn û sîyasetên Îraqê.
Waar.tv
