• Friday, 20 February 2026
logo

Ewropî jî piştgîriya serxwebûna Kurdistanê dikin

Gulan Media August 8, 2017 Nûçe
Ewropî jî piştgîriya serxwebûna Kurdistanê dikin
Referandûm referandoma serxwebûna Kurdistanê hindê navûdeng li derveyî Kurdistanê vedaye, êdî li ser asta navnetewî li her derê û li Almanya pirsa Kurdistana serbixwe mijareke girîng. Bi nêzîkbûna dema referandomê re jî, li asta siyasî û akadîmî li Ewropayê û kesê xwe nêzîkî Kurdan dibîne bi aşkere helwesta xwe derdibirînin.

Endamê Partiya Xiristiyanî a Demokrat (CDU) a Almanî a desthilatdar Vasilis Pavegos ji K24ê re wiha axivî: “Di baweriya min de divê welatekî serixwe ji bo Kurdan hebe. Bi milyonan Kurdistanî hene û bê welat mane, ev jî şaşîtiyeke mezin e, nasnameya wan a Tirkî, Sûrî, Iraqî û Îranî hene û nasnameya wan a Kurdî tune ye. Niha dem hatiye ku Kurdistan bibe dewlet û serbixwe bibe û pirsa bê nasnameya Kurdan gerek bi dawî bibe.”

Endamê Rêxistina Kurdistan – Îsraîlê (KIFA) Paşa Azad Almaz jî ji K24ê re got: “Li gor dîrokê û Şiroveyên cuda yên dîroknasan, dîroka welat û gelê me vedgere 2 hezar sal berî niha. Em di sala 2017an de ne, lê hîn Kurdistan nîne. Em her roj dûaa û nimêjan dikin, da em vê xakê azad bikin, ji bo em rojekê ji zarok û neviyên xwe re bibêjin em ji kû derê hatine.”

K24
Top