• Friday, 20 February 2026
logo

Komela Îslamî: Em ne li dijî giştpirsiyê ne

Gulan Media August 7, 2017 Nûçe
Komela Îslamî: Em ne li dijî giştpirsiyê ne
Endamê Civata Siyasî ya Komela Îslamî Ebdulstar Mecîd radigihîne, ku partiya wan dijatiya giştpirsiyê nake û ew li gel giştpirsî û dewleta serbixwe ne, lê ne bi vê mekanîzma û amadekariyên niha.

Ebdulstar Mecîd, ku di heman demê de Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, ji heftenameya Rûdawê re ragihand, ku ti kurdek nîne li dijî giştpirsî û serxwebûna Kurdistanê be.

Mecîd got: “Lê di mijara dem û amadekariyan de nêrînên cuda hene.”

Her wiha Ebdulstar Mecîd diyar kir, ku bandora gefên Îran û Tirkiyê nîn e, lê pirsgirêkên navxweyî bandoreke mezin li xelkê dikin û da xuyakirin, ku ewê di nava çend rojan de projeyekê aşkere bikin û bi awayekî fermî daxwaza xwe pêşkêşî hikûmet û hemû aliyan û raya giştî bikin.

Ebdulstar Mecîd derbarê helwesta partiya xwe ya li ser giştpirsiyê de jî eşkere kir, ku heya niha behsa boykot û beşdarnebûnê nekirine, ew ne alîgirê dengê “Na” ne.

Rudaw
Top