• Friday, 20 February 2026
logo

Iraqê li ser petrola Kerkûkê biryarek li dijî Kurdistanê derxist

Gulan Media August 7, 2017 Nûçe
Iraqê li ser petrola Kerkûkê biryarek li dijî Kurdistanê derxist
Wezareta Petrola Iraqê bi nivîseke fermî daxwaz ji Kompaniya Nefta Bakur dike, ku hinardekirina petrola xaw a Kerkûkê bo Herêma Kurdistanê rawestîne.

Alîkarê Wezareta Petrola Iraqê, Kerîm Xetab Ceifer ê bo karûbarên derxistina petrolê, roja yekşembiyê nivîseke fermî ji Kompaniya Nefta Bakur (ser bi Bexdayê ve ye) re şandiye û tê de daxwaza rawestandina demildest a petrola Kerkûkê bo Herêma Kurdistanê kiriye.

Di nivîsê de hatiye: “Li ser pêwîstiyên kar, demildest hinardekirina petrola xaw ji kompaniyaya xwe ve bo Heêrma Kurdistanê bidin sekinandin, herwiha rasterast berhema zêde ya proseya berhemanînê ji nava blokên taybet were embarkirin.”

Ew biryara Wezareta Petrola Iraqê di demekê de ye, ku li gorî amarên herî dawîn a rêkevtina navbera Hewlêr û Bexdayê, berhema rojane ya petrolê ya 3 blokên neftî yên Kompaniya Nefta Bakur, ku rojane 160 hezar bermîl e, bi vî awayî tê dabeşkirin:

"40 hezar bermîl bo parzûngeha Kelekê, hezar bermîl bo parzûngehên Kerkûkê, 20 hezar bermîl bo parzûngeha Baziyan, 10 hezar bermîl bo Bexdayê û 50 hezar bermîk jî bi rêya boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê bo Bendera Ceyhanê bihê hinardekirin."

Wezareta Petrola Iraqê di demekê de ev biryar daye, ku blokên neftî yên ser bi Kompaniya Nefta Bakur, cihên taybet bi embarkirina petrolê nîne û dibê ew petrola ku ji bin erdê tê derxistin, cardin bixin binê erdê.

Rudaw
Top