Leşkerek Îranê gule berdan hevalên xwe; 4 kuştî 12 birîndar!
Li gorî ajansa fermî ya Îranê ya Mehr, li Tehranê leşkerekî sipaha pasdaran a Îranê hevalên xwe yên leşker gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de yek jê fermandar 4 pasdar hatin kuştin û 12 jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku bûyer li baregehe leşkerî ya Kahrîzek ango qada perwerdeya leşkerî de ku dikeve rojhilatê Tehranê pêk hat, di bûyerê de yek ji kuştiyan serdar e û êrişkar hatiye desteserkirin.
Berê jî çend caran êrişên bi vî rengî di nava artêşa Îranê de pêk hatibûn. Di meha tîrmehê de li baregeha leşkerî ya Abîkî ku 100 kîlometro ji Tehranê dûr e leşkerek din jî hevalên xwe gulebaran kiribûn û 3 leşker hatibûn kuştin.
Dîsa di Îlona 2016an de leşkerî piştî ku 3 hevalên xwe kuştibû bi heman çekê întîxar kiribû.
Basnews
