• Friday, 20 February 2026
logo

Peyama Serok Barzanî ya ji helkefta bîranîna roja şehîdên Kildan Siryan Aşûrî

Gulan Media August 7, 2017 Nûçe
Peyama Serok Barzanî ya ji helkefta bîranîna roja şehîdên Kildan Siryan Aşûrî
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta bîranîna roja şehîdên Kildan Siryan Aşûrî hezaran silav ji bo ruh û giyanê pakê hemû şehîdên Kurdistanê û şehîdên komkujiya Sêmêlê re dişînin ku li ser destê rejîma wê demê ya Iraqê li 07.08.1933 hate encam dan û hejmareke zêdeyê xuşk û birayên me yên Mesîhî bi awayeke dirindane hatin şehîd kirin.

Komkujiya Sêmêlê beşeke ji wan êş û karesatên ku li ser hemû xelkê Kurdistanê da hatiye û belgeyekî bihêze jî li ser wê yekê li dewleta Iraqê da neku tenê şeraket wateya xwe nebûye belku jenosayd û qîrkirin û komkujî beşa pêkhatên neteweyî û olî da bûye.

Li bîranîna 84 saliya wê karesatê ku hemdeme li gel sêyemîn salvegera êrîşa dirindaneya Da'îş ya li ser xuşk û birayên me yên Mesîhî û pêkhatên dinê li deşta Nînowa, eve dûpat dikim ku xuşk û birayên me yên Mesîhî li pêşerojê û niha û paşarojê de li êş û serkeftinan da li gel hemû pêkhatên dinê Kurdistanê hevçarenivîs û hevbeşin.

Niha jî ku gelê Kurdistanê berev serbixweyî yê hengavan diavêje maf û daxwaziyên xuşk û birayên me yên Mesîhî li Kurdistanê li hemû qonaxan da parastî dibê û birayetî û pêkvejiyan li Kurdistanê bi hêztir dibe.

Take dermana hemû êşên me û take mîsogeriya ji bo dûbarenebûna wan karesatan eweye ku berev serbixweyiyê hengavan bavêjîn.

Mesûd Barzanî
06.08.2017
Top