• Friday, 20 February 2026
logo

Berpirsa Pentagonê: Kurdistan nêzîkî dilê min e

Gulan Media August 6, 2017 Nûçe
Berpirsa Pentagonê: Kurdistan nêzîkî dilê min e
Piştî serdaneke 3 hefteyî, şanda hevbeş a Xaneya Ragihandina Cengî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê ji Washingtonê vegeriyan. Berpirsê Xaneya Ragihandina Cengî ya Herêma Kurdistanê Helgurd Hîkmet da zanîn, ku berpirsên leşkerî yên iraqî pir bi rijd bûne ku nabe di civîn û çalakiyan de behsa giştpirsiya Başûrê Kurdistanê bikin.

General Helgurd Hîkmet piştî vegera ji Amerîkayê ji Rûdawê re ragihand, ku di civînên fermî de weke nûnerê pêşmergeyên Kurdistanê berpirsên amerîkî piştrast kiriye, ku eger Kurdistan serxwebûnê ragihîne jî di tekoşîna li dijî terorê de dê weke hevpeymanê Amerîka û Iraqê bimîne.

Helgurd Hîkmet got: “Lê şanda iraqî gelek bi rijd bûn, ku nabe di civîn û çalakiyan de behsa giştpirsiyê were kirin. Berpirsên leşkerî yên Iraqê di hinek civînan de hewla vejandina mijara giştpirsiyê weke metirsî nîşanda. Lê berpirsên amerîkî ew hinde giringî nedan vê nêrîna wan.”

Berpirsê Xaneya Ragihandina Cengî ya Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kir, ku di civîna li gel Alîkara Wezîrê Berevaniya Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn Dana W. White de behsa qehremanî û qurbanîdana pêşmerge kiriye û daxwaza piştgiriyê ji Amerîkayê kiriye. Li hember vê yekê Dana W. White destê xwe daniye ser dilê xwe û gotiye: “Kurdistan nêzîkî dilê min e.”

Roja 12ê Tîrmeha 2017ê, şandeke hevbeş a Xaneya Ragihandina Cengî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê serdana paytexta Amerîkayê Washingtonê kir. Şandê li gel berpirsên siyasî û leşkerî yên çendîn welatan civîn pêk anîn.

Rudaw
Top