Bakurê Kurdistanê: Perlemantarên Kurd piştevanîyê li Referandomê diken
Kempîna piştevanîya Referandoma serxwebûna Herêmê di nameya xwe de eşkera kir; Herêma Kurdistanê ji ber sîyasetên Bexdayê himberî Herêmê neçar bû biryara Referandomê bide.
Li sala 2005 Kurd ji bo pesendikirina destûrê Îraqê gelek bizav kirin û rolekê serekî têda hebû, destûrê Îraqê jî li ser şeraketa wekhev û bi sîstemê fîdralî hatibû pesendikirin.
Perlemantarên Kurd di nameya xwe da diyar jî kir; Hikumeta Bexdayê pêgrî wî destûrî nebû û bendên wê bi cih neînan, ew yek jî bûye sedem ku pêkvejîyan li Îraqê nebe û Referandom li ser Tirkiya û deverê tiris nîne, belku dê bibe sedem peywendîyên herdu welatên cînar baştir û bi hêztir bin.
Waar.tv
