Li Ewropa festîvalek bo piştgiriya referandoma Kurdistanê tê birêxistin kirin!
Yek ji çalakvanên civaka sivîl li Ewropa Bêwar Elî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Biryare dawiya vê mehê li Almanya û Holanda festîvalek mezin bo piştevaniya li referandoma serxwebûnê bê kirin. Di vê festîvalê de gotar dê bên pêşkeş kirin û daxwaza mafê gelê Kurdistanê û serxwebûnê dê bê kirin. Ji naha ve amadekarî hatine temam kirin, ku hemû çîn û alî dikarin beşdarê festîvalê bibin.’’
Herwaha got: ‘’Di vê festîvalê de peyama aştiyê dê ji hemû cîhanê re bê gehandin û parlamentoya Yekitiya Ewropayê jî beşek zêde kurdên li wan deveran re peyvendî li gel wan pêkaniye ku piştevaniyê bikin.’’
Dawiyê de jî got: ‘’Ev festîval bi piştevaniya Yekitiya ciwanên Demokrata Kurdistanê ve tê kirin.’’
Basnews
