• Friday, 20 February 2026
logo

Selahattîn Demirtaş: Em li gel yekparçeyiya Tirkiyê ne

Gulan Media August 6, 2017 Nûçe
Selahattîn Demirtaş: Em li gel yekparçeyiya Tirkiyê ne
Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş piştevanîya xwe ji ‘Nobedariya Wijdan û Edaletê’ a li Parka Yogurtçu ya Kadikoya Stenbolê anî ziman û peyamek şand.

Hevserokê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Sellahattîn Demirtaş ji Girtîgeha Edirneyê nameyek şand û got:”Em ne li gel parçebûna Tirkiyê ne, em li gel yekparçeyîya Tirkiyê ne.”

Herwiha Hevserokê HDP’ê Demîrtaş behsa hevgirtina xelkê Tirkiyê û proseya Tirkiyê kiriye û wiha gotiye:"Ya ku li Tirkiyê me bi hev ve girêdide; ne tirkîtî û kurdîtîya me ye; herwiha ne elewîtî û sunîtî me û çepgirî û rastgiriya me ye. Tenê demokrasiyeke bihêz a ku wekhevî, azadî û aştiyê werîne dikare me hevgirtî bihêle."

Di beşeke din a peyama xwe de Demirtaş nerazîbûna xwe beramber Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîb Erdogan û Serokê MHPê Dewlet Bahçelî jî anî ziman û wiha got; “Tirkiyê ji Erdogan û Bahçelî pêk nayê. Li Tirkiyê em jî hene. "

Basnews
Top