Li Ormiyê du girtiyên din ên kurd hatin darve kirin!
Li gor raporta malpera Hengaw îro 05.08.2017ê cezayê darve kirinê yê du hemwelatiyê kurd li girtîxaneya Derya a Ormiyê ji aliyê dezgayê dadweriya Îranê ve hat birêve birin.
Nasnameya wan du girtiyên kurd ên hatin darve kirin waha ye: Seîd Purhurmuzî, kurê Cefer û xelkê Nexede ye. Husên Şahînî xelkê gundê Kosî yê Ormiyê ye. Hat ragehandin ku her du girtiyên kurd ji ber bazirganiya madeyên hişber hatine darve kirin.
Basnews
