‘Bi ragihandina dewleta kurdî armanca şehîdan pêk tê’
Malbata yekem şehîdê Operasyona Mûsilê Berxwedan Mêrdînî (Servet Abişka) aşkere dikin ku ew bi dil û can ligel referanduma serxwebûnê ne.
Birayê Fermandarê Pêşmerge Berxwedan Mêrdînî, Sabrî Abişka ragihand ew gelekî kêfxweş in bi encamdana referandumê herwiha wî birayê xwe di ber Kurdistanê de daye û eger pêwîst bû ew jî amade ye çeka birayê xwe hilgire û canê xwe jî bike qurbanî bo serxwebûna Kurdistanê.
Di berdewamiya axaftina xwe jî de Sabrî Abişka, amaje bi wê yekê jî dike ku bi ragihandina dewleta kurdî dê armanca hemû şehîdên Kurdistanê pêk were.
Fermandarê Pêşmerge Berxwedan Mêrdînî di nava Hêzên Zêrevanî yê Pêşmerge de cîh digirt, roja 17ê Îlona 2017an li eniya Xazirê di şerê li dijî DAIŞ’ê de şehîd bibû. Berxwedan Mêrdînî xelkê gundê Xirbê Qeplo yê Mêrdînê bû. Berxwedan ji sala 2008’an pê ve di nav Pêşmergeyên Zêrevanî de bû.
Basnews
