Çekdarên PKKê li Şingalê bazirganekî kurd kuştin yek jî birîndar kirin!
Ehmed Ceifer ji BasNewsê re got, çekdarên PKKê li gundê Xanesorê yê Şingalê, du bazirganên kurd, ku endamên eşîra Gergermî ne, dan ber fîşekan, di encamê de yek ji wan hat kuştin yek jî birîndar bû.
Berpirsê bajarokê Zûmarê da zanîn, çekdarên PKKê piştî kuştin û birîndarkirina wan bazirganên kurd, dirav û otomobîlên wan jî birin.
Li gorî agahiyan, mezin û rihspiyên eşîra Gergerî daxwaz ji PKKê kirine ew çekdarên ku fîşek avêtine wan bazirganan, radestî eşîra Gergerî bikin.
Basnews
