Parlamenterên kurd parlamento boykot kirin
Parlamentera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li parlamentoya Iraqê Eşwaq Caf ragihand ku ew boykotkirin ji ber projeyasaya birîkarên bazirganiyê bûye ku li gorî wê yasayê Bexda îtirafê bi wan kompaniyan nake, yên ku li Kurdistanê navê wan hatine tomarkirin û divê navê wan li Bexdayê bihê tomarkirin.
Eşwaq Caf di berdewamiya axaftina xwe de got: "Tevahiya fraksiyonên Kurdistanî wê yasayê red dikin û wê yekê wekî zilmeke mezin derheqê Herêma Kurdistanê de dibînin û tekeziyê li ser wê yekê dikin, ku divê tomarkirina navê kompaniyan li Herêma Kurdistanê be."
Caf di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ji bo ku rêjeya yasayî ya amadebûyan di parlamentoyê de kêm bimîne parlamenterên kurd civîna parlamentoyê terikandin.
