• Friday, 20 February 2026
logo

Huşyar Zêbarî pirsa referandomê li gel Konsilê Giştî yê Kuwêtê gotûbêj kir

Gulan Media August 4, 2017 Nûçe
Huşyar Zêbarî pirsa referandomê li gel Konsilê Giştî yê Kuwêtê gotûbêj kir
Endamê Encûmena Bilinda referandoma Serxwebûna Kurdistanê pirsa referandomê li gel konsilê giştî yê Kuwêtê û şanda li gel gotûbêj kir.

Îro, Pênşemê 3.08.2017 serkirdeyê PDK û Endamê Encûmena Bilinda referandoma Serxwebûna Kurdistanê Huşyar Zêbarî li rûpela xwe ya taybet Facebookê belav kir ku, duh li gel şandeke ragehandina Kuwêtê, herwiha konsilê giştî yê wî welatî li Herêma Kurdistanê civiya.

Zêbarî da zanîn ku, di wê civînê de behsa rewşa niha ya Herêma Kurdistanê, Iraqê û pirsa referandoma serxwebûna Kurdistanê hate kirin, tekez kir ku, her di wê civînê de sipasiya hikumeta Kuwêtê derbarê alîkariyên wan ji penaberan jî hate kirin.

Basnews
Top