• Friday, 20 February 2026
logo

NY: Jenosîda li ser êzidiyan berdewame

Gulan Media August 4, 2017 Nûçe
NY: Jenosîda li ser êzidiyan berdewame
Neteweyên Yekgirtî (NY) ragihand , piştî derbasbûna 3 salan hê jî jenosîda li dijî kurdên êzidî berdewame û pirsgirêkên wan jî nehatine çareserkirin.

Komîsyona Lêkolînan a Netewên Yekgirtî li Sûriyê raghand: “Piştî 3 salan hîna cîhanê nekariye encamderên jenosîdê ceza bike.”

Komîsyona NY dibêje: “Tevî wê yekê jî erkê welatan ew e, ku pêwîstiyên êzidiyan dabîn bikin. Lê hîna piraniya pirsgirêkên wan nehatine çareserkirin. Tawanbar nehatine cezakirin û jenosîd berdewame.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku bi hezaran zilam û kurên êzidiyan hê jî bê serûşûn in û 3 hezar keç û jinên êzdî jî li Sûriyê tundûtûjî û destdirêjî li ser wan tê kirin.

Rudaw
Top