• Friday, 20 February 2026
logo

Îranê girtiyekî Kurd ê siyasî bi dar ve kir

Gulan Media August 3, 2017 Nûçe
Îranê girtiyekî Kurd ê siyasî bi dar ve kir
Girtiyekî Kurd ê siyasî li bajarê Sine yê Rojhilata Kurdistanê li ser destê hêzên Îranê ve îro hat bidarvekirin.

Malpera“Hingaw” a mafê mirovan belav kir, girtiyê Kurd yê bi navê Murteza Rehmanî ku xelkê gundê Tîleko yê ser bi bajarê Germyan e, îro hate bidarvekirin.

Wê malperê da zanîn, Murteza Rehmanî ji sala 2011an ve hatibû girtin û sala 2013an bi tuhmeta endametî û hevkariya ligel partiyeke Kurdî ya dijberê Îranê û kuştina 2 endamên artêşa Pasdarên Îranê cezaya bidarvekirin ji wî re hate dayîn.

Cezaya bidarvekirinê ji aliyê dadgeha Şoreşê ya bajarê Sinê li ser Murteza Rehmanî hat sepandin.



K24
Top