CHPê piştgirî da çalakiya HDPê ya li Stenbolê
CHPê piştgirî da Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP, ku niha li Stenbolê tê lidaxistin. Parlamenter, endam û rêveberên CHPê yên Stenbolê serdana cihê Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê li Parka Yogurtçu kirin û piştgiriya xwe ji bo wan nîşan dan.
Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu û berpirsê rêxistinên CHP'ê yên li Stenbolê Cemal Canpolat û çend rayedarên rêxistinên CHPê li Stenbolê di vê serdanê de cih digirtin.
Ew du roj in ew çalakiya HDPê li Stenbolê dest pê kiriye. Pêştir HDPê heman çalakî li Amedê jî birêvebiribû.
Şanda CHPê di daxuyaniyekê de ragihand, ku dê di paşerojeke nêzîk de bi HDPê re çalakiyê hevbeş pêk bînin.
Sezgin Tanrikulu herwiha got, ku ew dê çalakiyên xwe yên bi HDPê re mezintir û berfirehtir bikin û dê bi hev re guvaşê li ser partiya desthilatdar li Tirkiyê çê bikin.
Pêştir HDPê jî piştgirî dabû çalakiya CHPê ya bi navê Meşa Edaletê, ku ji Enqerê ve dest pê kiribû û li Stenbolê dawî pê hatibû.
Hevseroka HDPê Serpîl Kemalbay û siyasetvanê Kurd Ahmet Turk tevî hejmarek ji parlamenter û rayedarên HDPê weke piştgirî rojekê tevlî Meşa Edaletê ya CHPê bibûn, û hevrêtiya Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu kiribûn.
Rudaw
