• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Rabîteya Îslamiya Cîhanî kir

Gulan Media August 3, 2017 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Rabîteya Îslamiya Cîhanî kir
Roja çarşem 02.08.2017 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî bilinda Rabîteya(Tevgera) Îslamiya Cîhanî kir.

Li hevdîtinê de şanda mîhvan pesnê çanda pêkvejiyan û parastina pêkhatan û firehiya olî û fikrî ya Kurdistaniyan kir. Eve jî ragihand ku gelek baş li rewayetiya daxwaziyên gelê Kurdistanê û êşên wan têdigihin ku li ser xelkê Kurdistanê da hatiye û hêviya wê yekê xwest ku li bin serkirdayetî û hîkmeta Serok Barzanî gelê Kurdistanê bigihe kenara aramiyê.

Şanda mîhvan spas û pêzanînên xwe ji bo gelê Kurdistanê hebû ku mîhvandariya sedan hezar koçber û lêqewimiyan kiriye û li şerê Da'îş û xebata dijî sîtemkaran qurbaniyeke zêde daye û nerawestiyaye.

Her li vê civînê de Serok Barzanî li gotarek da behsa dîroka gelê Kurdistanê û dewleta Iraqê kir û wan sedeman şîrove kir ku hana gelê Kurdistanê daye berev serbixweyî yê hengavan bavêje û ragihand gelê Kurdistanê hemû rêyekî ji bo jiyan û şeraketa li gel Iraqê ceribandiye û hikûmetên Iraqê li têkdana şeraket û li vî derbarî de berpirsiyarin ku li ser pêkhatên Iraqê da hatiye.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de di derbarê gefên teror û hizra tayîfegerî li ser aramî û pêkvejiyanê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Li vê civînê de Mamosta Mela Ebdulla Weysî Serokê Yekîtiya Zanayên Îslamî ya Kurdistanê amade bû.

Top