Lîsteya biratî û pêkve jiyanê li Kerkûkê: Rêkeftina rêkirina nefta Kerkûkê bo Îranê em red dikin!
Serokê lîsteya biratî û pêkve jiyanê li encûmena parêzgeha Kerkûkê Mihemed Kemal ji BasNewsê re ragehand, ‘’Bi hemû awayekê rêkeftina rêkirina nefta Kerkûkê bo Îranê di navbera hikûmeta Iraqê û Îranê de pêkhatiye em red dikin, ji ber ‘’Kerkûk bajarek Kurdistanî ye û em rê nadin neftê bê ku serî li encûmena parêzgeha Kerkûkê û hikûmeta herêma Kurdistanê bidin rêbikin Îranê.’’
Mihemed Kemal herwaha ragehand, ew nefta hikûmeta herêma Kurdistanê ji Kerkûkê ve henardeyî derve dike, li hember vê mehane budceya petro-dolar ji bajar re rêdike ku 10 milyon dolare û ew jî bo projeyên xizmetkariyê yên bajarê Kerkûkê sûd ji wê budceyê tê dîtin.
Serokê lîsteya biratî û pêkve jiyanê li encûmena parêzgeha Kerkûkê amaje bi vê yekê jî kir, ku sê sale hikûmeta Iraqê beşa budceya Kerkûkê rênekiriye û ragehand, nefta ku hikûmeta Iraqê ji Kerkûkê ve henardeyî derve kiriye ti sûda wê bo bajar çênebûye.
Basnews
