Li Dêrsimê 2 endamên PKKê hatin kuştin
Parêzgeriya Dêrsimê derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku li gundê Dolukupê dijî endamên PKKê bi firokeyên bêfirokevan operasyon pêk hatiye û 2 endamên PKKê hatine kuştin û çekên wan jî ketiye destê hêzên ewlekariyê.
Parêzgerî amaje kir ku dê operasyonên wan bibiryarê berdewam bike.
Ji aliyekî din ve Hêzên Parastina Gel (HPG) jî duh daxuyaniyek belav kiribû dabû zanîn ku li navçeya Şemzînanê hêzên wan hejmarek zêde leşkerên Tirkiyeyê kuştine.
K24
