• Friday, 20 February 2026
logo

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

Gulan Media August 3, 2017 Nûçe
Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê
Li hejmarek medya û ragihandinan nûçeyeke nerast belavbûye, ku qaşo birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê nameyekî bi gef himbêz ji bo birêz Heyder Ebadî Serok Wezîrê Iraqê re şandiye.

Li vir da bi hemû aliyek radigihînîn, ku ev nûçe hîç bingeheke xwe nîne û peywendiya di navbera Serok Barzanî û Serok Wezîrê Iraqê gelek baş û dostaneye û hemû demekê hewldane li niha û paşarojê jî da her kêşeyek hebê, bi diyalog û hevdû têgihîştin û danustandinê bê çareser kirin.


Serokayetiya Herêma Kurdistanê
02.08.2017

Top