• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî kir

Gulan Media August 3, 2017 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî kir
Roja çarşem 02.08.2017 birêz Mesûd Barzanî li Selahedîn pêşwaziya Jan Kubis Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê bi giştî û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda li niha û paşarojê de nirxandin.

Her li vê hevdîtinê de Jan Kubis Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî behsa wê raporê kir, ku di derbarê Iraqê de pêşkêşî Encûmena Asayîşa ser bi Neteweyên Yekgirtî kir û Serok Barzanî ji naveroka raporê agahdar kir.

Rewşa siyasiya navçeyê jî mijareke dinê hevdîtina di navbera Serok Barzanî û Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî bû.

Top