• Friday, 20 February 2026
logo

Duhok – Li komelgeha Şariya salvegera jenosîda kurdên êzîdî tê bibîranîn

Gulan Media August 2, 2017 Nûçe
Duhok – Li komelgeha Şariya salvegera jenosîda kurdên êzîdî tê bibîranîn
Li komelgeha Şariya ya Duhokê, salvegera jenosîda kurdên êzîdî tê bibîranîn.

Berpirsê navenda civakî û rewşenbîrî ya Lalişê ya Sinûnê, Silêman Fano ji BasNewsê re got, îro li komelgeha Şariya ya Duhokê di nav kampên koçberên êzîdî de salvegera komkujî û jenosîda kurdên êzîdî tê bibîranîn.

Silêman Fano her wiha got, bi vê helkeftê dê çend çalakî bên encamdan her wiha dê fîlma “Kezeb”, ku li ser komkujiya êzîdiyan hatiye çêkirin, bê nîşandan.

Vekolerê dîroka êzîdiyan Dawid Murad Xetarî jî ji BasNewsê re got, li dûv amar û agahiyên min, ji roja 3 Tebaxa 2014 ve heta niha 6 hezar û 936 kurdên êzîdî bûne qurbaniyên êrişa terorîstên DAIŞê ku 1543 ji wan hatine kuştin, 3 hezar û 70 kes hatine rizgarkirin û yên din jî nayê zanîn çi hatiye serê wan.

Çekdarên DAIŞê roja 3 Tebaxa 2014 êrişî devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê kirin, bi hezaran kes kuştin û revandin. Heta niha jî gelek ji kurdên êzîdî di destê DAIŞê de ne. Bi hezaran êzîdî koçber bûn, mal û warê wan wêran û dêran bû.

Basnews
Top