Feleknas Uca: Pirsgirêka derxistina êzîdiyan ji kampê hate çareser kirin
Parlamentera HDPê ya Amedê Feleknas Uca, têkildarî derxistina welatiyên êzîdî ji kampa AFADê ya Mîdyatê, ku pirsname da Serokwezîrê Tirkiye Binali Yildirim ji Rûdawê re ragihand:"Rayedarên kampa AFAD'ê di 29'ê Tîrmeha 2017ê de ji êzidiyên kampê re gotine 'hûn li vir mêvan in. Dema mêvantiya we qediya. Divê edî hûn vir vala bikin' û zor li wan kiriye ku kampê vala bikin.”
Uca da zanîn, ku şeva borî 4 êzîdî bi zorê ji kampê hatine derxistin û xwestine 50 êziyên din jî derbixin û got: “Lê piştî ku me pirsname da Serokwezîr re şand û bi rayedaran ra axivî ev pirs hate çareser kirin."
Feleknas Uca, li ser derxistina welatiyên êzîdî 8 pirsname ji Bînalî Yildirim re şandine. Di pirsande hatiye gotin: “Êzîdîyên di 3ê Tebaxa 2014'an de li Şingalê rastî komkujiyê hatin û xwe avêtin welatê me, ji aliyê AFADê ve ji kampê tên derxistin. Agahiya we heye gelo? Hinceta derxistina êzîdîyan a ji Kampa AFADê çi ye? Qetilkirina 5 hezar êzîdiyên ku Neteweyên Yekbûyî wekî komkujî bi nav kir, di salvegera 3ê Tebaxê de sedema derxistina êzîdiyan çi ye?
Rudaw
