• Friday, 20 February 2026
logo

Rêveberek Tirkmen: Ciwanên me dixwazin bibin Pêşmerge

Gulan Media August 2, 2017 Nûçe
Rêveberek Tirkmen: Ciwanên me dixwazin bibin Pêşmerge
Rêveberek Tirkmenên Kurdistanê ragehand, ku ciwanên wan dixwazin bibin Pêşmerge û xwe rol bin di parastina Kurdistanê de.

Serokê Partiya Gelê Tirkmen Îrfan Kerkûklî ji malpera fermî ya PDKê re ragehand, ew li gel ava bûna hêza netewî nînin bo tirkmenan û diyar kir, ‘’Berjewendiya gelê tirkmen ne di ava kirina hêzek taybet a tirkmenî de ye.’’

Îrfan Kerkûklî ragehand, sedan ciwanên tirkmen dixwazin di nav hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û wezareta Pêşmerge de cîh bigrin û beşdarî parastina ax û gelê Kurdistanê bikin.

Herwaha amaje bi vê yekê jî kir, ku milîsên heşdî şeibî li navçeyên Kerkûk, Beşîr, Telafer û Xurmatû hewsa rêkaşana ciwanan didin, ku bikarin armancên xwe yên tayfeyî bicîh bînin û awayê bikaranîna wan dijî Kerkûk û Kurdistan e.

Basnews
Top