• Friday, 20 February 2026
logo

Serokkomarê Iraqê: Giştpirsî nayê wateya serxwebûnê

Gulan Media August 2, 2017 Nûçe
Serokkomarê Iraqê: Giştpirsî nayê wateya serxwebûnê
Serokkomarê Iraqê Fûad Mehsûm ragihand, giştpirsî nayê wateya serxwebûnê û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê tenê bi rêya diyalogê têne çareserkirin.

Li gorî daxuyaniya malpera Serokatiya Komar a Iraqê, Serokkomarê Iraqê Fûad Mehsûm di civîna li gel serokên şandên dîplomasî li Iraqê, derbarê giştpirsiya Başûrê Kurdistanê ragihandiye: “Giştpirsî wateya serxwebûnê nîne û pêwîstî bi rêkeftinê heye.”

Mehsûm tekez kiriye ku divê diyaloga di navbera Hewlêr û Bexdayê berdewambibe.

Serokomarê Iraqê gotiye: “Ji bilî diyalogê çi rîyeke din nîne ji bo çareserkirina pirsgirêkan û divê li destûra Iraqê vegerin heya nerîneke hevbeş ji bo çareserkirina kirîzan bibînin.”

Mehsûm herwiha bal kişandiye ser pêwîstiya cîbcîkirina madeya 140 û ew madeyên din ku taybet in bi nakokiyên navbera Herêma Kurdistan û Iraqê.

Rudaw
Top