Amerîkayê 900 kamyon çek û alîkarî ji YPGê re şandiye
Li gorî zanyariyan, heta niha Amerîkayê di çaçroveya şerê li dijî DAIŞê û operasyona kontrolkirina Reqayê de, zêdetirî 900 kamyonên çekan ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) re şandine.
Ajansa Reutersê wêne û dêmenên çekên herî nû ku Amerîkayê şandine Rojavayê Kurdistanê, belav kir.
Di nava wan karwanan de, hejmareke zêde ya otomobîlên leşkerî yên Hummer ku artêşa Amerîka bi kar tîne, cîpên leşkerî, vînc û amûrên pûçkirina mînan jî hene.
Li gorî ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê, Anadoluyê jî, kamyonên ku çek, cebilxane û otomobîlên leşkerî yên Amerîka û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li ser hatine barkirin, di rêya deriyê sînorê yê Sêmêlka yê navbera Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê re derbasî bajarê Hesekê yê li Rojavayê Kurdistanê bûne.
Anadoluyê daye xuyakirin, ku herî dawî duh 100 kamyon çek ji aliyê Amerîka ve bi rêya deriyê sînorî yê Sêmalka bo YPG û HSDê hatiye şandin.
Li gorî wan zanyariyan, bi vê karwana dawî re, ji destpêka operasyona kontrolkirina Reqayê ve û heta niha, alîkariya leşkerî ya Amerîkayê ji bo YPGê û HSDê gihîştiye zêdetirî 909 kamyonan.
Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, ku Amerîka serkêşiya wê dike, tevî Hêzên Sûriyeya Demokratîk operasyona kontrolkirina Reqayê û derxistina wî bajarî ji destê DAIŞê birêve dibin.
Di çarçoveya wê operasyonê de, Amerîka gelek alîkariyên leşkerî ji HSDê re şandine Reqayê û bakurê Sûriyê.
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, Ryan Dillion duh di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re gotibû, ku ew li Sûriyê tenê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re hemahengiyê dikin û ji bilî wan bi ti hêzên din re tevnagerin.
Dillion diyar kiribû, ku çekdarên DAIŞê li nav bajarê Reqayê bi temamî hatine dorpêçkirin û ti rêya derketina ji Reqayê ji wan re nemaye.
Dillion gotibû: “Ti riyek li pêş derketina DAIŞê nemaye û ew nikare ji bajar derkeve, Reqa bi temamî ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve hatiye dorpêçkirin. Di dema derbasbûyî de pir hewl dan, dorpêçê bişkînin û bi bombeya êrîş kirin û me jî li wan da û bi ti awayekî nikarin ji bajêr derkevin.”
Rudaw
