• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya şandekî Tevgera Demokrata Aşurî kir

Gulan Media August 2, 2017 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya şandekî Tevgera Demokrata Aşurî kir
Roja sêşem 01.08.2017 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Yunadim Yusif Kena Sekreterê Tevgera Demokrata Aşurî û şandekî li gel kir ku hejmarek ji Endamên Mekteba Siyasî ya Tevgera Demokrata Aşurî pêkhatibû.

Li hevdîtinê de şerê dijî terorîstên Da'îş û rewşa siyasî û emnî ya Iraqê û pêşhatên siyasiyên dawî yên li ser asta navxweyî û navçeyî guftûgo kirin.

Her li vê hevdîtinê de şanda mîhvan qurbanîdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bilind nirxand û tekez li wê yekê kir ku Krîstiyan bi xwe bi hevçarenûsa Kurd û pêkhatên dinê Kurdistanê dizanin, ji ber ku tenê li Kurdistanê maf û taybetmendiyên wan pêkhatan li ber çav digre û diparêze.

Li vê civînê de Serok Barzanî li gotarek da ronahî xiste li ser dîroka jiyana gelê Kurdistanê û dewleta Iraqê û wan sedeman behs kir, ku hana gelê Kurdistanê dide berev serbixweyî yê hengav bavêje, eve jî dûpatkir ku ber çav girtina maf û daxwaziyên xuşk û birayên Krîstiyanan prensîpekî cîhgirê jiyana siyasî û civakiya Kurdistane û daxwaz jî kir ku partiyên Krîstiyanên Kurdistanê li gel hevdû kom bibin û bi hevbeşî li ser daxwaz û têbîniyên xuşk û birayên Krîstiyanan bikin encamek û bixinrû.

Top