• Friday, 20 February 2026
logo

Japonya bi 500 hezar dolar ve alîkariya dezgahek Kurdistanê dike

Gulan Media August 1, 2017 Nûçe
Japonya bi 500 hezar dolar ve alîkariya dezgahek Kurdistanê dike
Hikûmeta Japonya nêzîk 500 hezar dolar pare alîkarî dide Dezgayê giştî yê Karûbarê mayînan li Kurdistanê.

Li gor nûçeya malpera fermî ya Dezgayê giştî yê Karûbarê mayînan, îro 01.08.2017ê cîgirê serokê Dezgayê Mayînan Elî Hemed Beg peymanek li gel şîrketa Vara îmza kir, bo kirîna amûr û tiştên taybet ên helgirtin û rakirina mayînan.

Li gor malperê hikûmeta Japonya 495 hezar û 500 dolar bo vê armancê cuda kiriye û wek alîkarî ji dezgayê mayînan re dide, bo ku bi awayek lez proseya paqijkirina mayînan li Kurdistanê birêve biçe.

Ji ber şer û dagirkeriya Iraqê di salên borî yên berî raperîna sala 1991ê ya gelê Kurdistanê û herwaha êrîşa rêxistina terorîst a DAIŞê bo Kurdistanê, beşek navçeyên sînorê Kurdistanê ji aliyê rejîma Iraqê û herwaha ji aliyê DAIŞê ve hatiye mayîn kirin.

Basnews
Top