• Friday, 20 February 2026
logo

Tirkiyayê li dor Referandomê helwestekê nû nîşan da

Gulan Media August 1, 2017 Nûçe
Tirkiyayê li dor Referandomê helwestekê nû nîşan da
Seroktîya komara Tirkiyayê ragihand; Referandoma Herêma Kurdistanê nabe sedemê çarekirina kêşeyan, lê ew nikarin bêjin bila Herêm û Bexda peywendîyên xwe baştir biken.
Îbrahîm Kaln peyivdarê seroktîya Tirkiyayê ji bo kenalê TV nêt got: Yekparçeya axa Îraqê ji bo Tirkiyayê giringe lê Îraq hemû kêşe û alozî ne û tu karek li wî welatî bi başî birêve naçe, lew ew nikarin bêjin bila Herêm û Bexda peywendîyên xwe baştir biken.
Got jî: Enqere giringyê bi aştîya navxweya Îraqê dide û bi dîtina wan Referandom hemû kêşeyên Hewlêr û Bexda çarenake, bi taybet jî kêşeyên Abûrî û Êmnahyê.

Waar.tv
Top