Li Amedê teqîn: kuştî û birîndar hene
Li gorî agahiyan, li nêzîkî mezraya Dewaxey a gundê Xosor a Lîceyê, di dema operasyona leşkerî de bombeyeke vedayî di otomobîlekî de teqiya.
Hate gotin, ku di encama teqînê de yek ji efser, 2 leşkerên Artêşa Tirkiyê canê xwe ji dest dan û hejmareke leşkeran jî birîndar bûn.
Birîndar bi helîkopteran rakirine nexweşxaneyên herêmê. Herwiha li herêmê operasyon hate berfirehkirin.
Rudaw
