Şervanên HSDê li Reqayê 39 çekdarên DAIŞê kuştin
Li gorî çavkaniyên herêmî şervanên HSDê herêma Ewlekariya Siyasî ya li taxa Hîşam Bin Ebdulmelik, ku aliyê başûr ê Reqayê ye kontrol kirin.
Hate gotin, ku di şer û pevçûnên kontrolkirina herêma Ewlekariya Siyasî de 9 çekdarên DAIŞê hatin kuştin, otombîleke bomebarkirî hat rûxandin. Herwiha gelek çek û cebilxane ketin destê hêzên HSDê.
Li derdora Baxçeyê El-Bîstan a li taxa Hîşam Ebdulmelk şer didome.
Herwiha li taxa Reqa ya Kevin, şer li aliyê başûr ê Mizgefta El-Etîq derket. Di encama şerê li wê herêmê de jî 8 çekdarên daiş`ê û li taxa El-Rewda ya aliyê bakur rojhilatê bajar jî 3 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û otombîleke bombebarkirî hat rûxandin.
Li gorî heman çavkaniyan, di encama pêşveçûyînên hêzên HSD`ê li taxa Nezli Şehadê ya aliyê başûrê Reqayê de yek jê xwekuj, 7 çekdar û li taxa El-Berîd a bakur rojavayê bajar jî 3 çekdar hatin kuştin.
Rudaw
