• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî: Me ti carî serî netewandiye û natewînin

Serok Barzanî: Me ti carî serî netewandiye û natewînin
Li Barzanê 34 saliya enfal kirina 8 hezar Barzaniyan hate bîranîn.
Îro 31 Temûzê li devera Barzanî merasimek bo bîranîna 34 saliya enfal kirina Barzaniyan hate organîzekirin, di merasima han de Serokê Kurdistanê, Serokwezîrê Kurdistanê, hijmareke zêde dîplomatkar, sefîr û nunerên welatên cîhanî û herwiha kesûkarên enfalkiriyan jî amade bûn.
Di destpêka merasimê de piştî xwendina sirûda netewî ya Eyreqîn û rêz girtin ji şehîdên Kurdistanê, çendîn peyv û gotarên curbicur hatin pêşkêşkirin.
Piştî bi dawî hatina wan peyv û gotaran, Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî jî gotarek pêşkêş kir û ew jî çend peyvên girîng ji peyvên Serok Barzanîne.
Îro rojeke ku em bîr li karesateke mezin dikin ku beriya 34 salan ji aliyê zaliman ve biser Barzaniyan de hatiye sepandin, îro ew rojeye ku rejîma Besê 8000 hezar kesên me li başûr û biyabanên Îraqê enfal kir.
Ti tawaneke wan tune bû ji bilî ku ew Kurd û Barzanî bûn, 8 hezar kesên ji xwertên 10 salî heta 70 salî tevahiya wan birin çolên semawe û ew wenda kirin û me gelek hewl da û heta niha me kariye cenazeyên 800 ji wan bibînên û termên wan vegerinên ser axa bav û kalên xwe, ji 180 hezar enfal kiriyên giştî heta niha me kariye termên 3 hezar ji wan vegerînin ser axa bav û kalên xwe û em li ser hewlên xwe bo vegerandina termên din biîsrarin û hewldanên me vê bidomin.
En ne yekem care ku karesatên wan bi ser barzaniyan de hatine lê em hêvî dikin ku ew cara dawî be ku karesatên wan bi ser barzaniyan û tevahiya gelê Kurdistanê be.
Di salên 20 û 30an de balefirên şer êrîşî ser barzanê kirin û di encam de jî xelkeke gelek zêde hate şehîd kirin û di wan deman de jî bo cara yekem bombeyên eyarkirî hatin bikaranîn û xelk jî nedizanî ku bombeyên eyarkirî çîne lewre hijmareke zêde xelk hate şehîd kirin.
Yekem car devera barzan û gundê barzan di sala 1903 de hatiye şewtandin û heta niha jî çendîn car hatiye şewtandin û cêyê serfiraziyêye bo me barzaniyan ku ti carî serê xwe bo zaliman netewandiye.
Her ew dibstan û her ew jinên qehreman bûn ku di rojekî de ku ti kes alîkariya wan nedikir berxwedan û zarokên xwe pêgehandin, ew cêyê serfiraziyêye bo me.
Liwir lazim dibînin li ser navê xwe û li ser navê we spasiya xelkê Hewlêr, soran, şeqlawa, rewandiz û deverên din yên ku di wan rojan de karibûn hevkariya me bikin spasiya wan bikim û em hertim deyindarên wanin.
Xusik û birayên me yên birêz, rêberên me eger ku ji Ebdulselam dest pê bikin, beriya 110 salan daxwaz kiriye ku li gel şahê berîtanyayê bicive û daxwaza serxwebûna Kurdistanê bike jiber ku ew zilma han qebûl nekiriye û Şêx Ehmed barzanî jî herwisa 12 salan zindanî kirîbû lê ticarî hêjayê vê yekî nedidît ku nameyek ji rejîmê re bişîne. Ew me hîn kirin ku jiyan ne ewe ku bi her awayî bijîn belku jiyan ewe ku bi serfirazî bijî, Em xwendekarên vê debistana hanin lewre emê soz didin daku zindî bin emê li ser vê rêbazê berdewam bin û zilimê qebûl nekin.
Top