• Friday, 20 February 2026
logo

Hişyar Sîweylî: Ger Goran amade jî nebe Perlemanto her dê bê karakirin

Hişyar Sîweylî: Ger Goran amade jî nebe Perlemanto her dê bê karakirin
Hişyar Sîweylî: berpirsê mekteba peywendîyên derve ên Partî Demukratî Kurdistan PDK ragihand; Ger goran amadenebe ji bo karakirina Perlemantoy neçarin di gel partên din Perlemantoy berîya Referandomê kara biken.
Partî bi şêweyekê fermî daxwaze kombûna du qolî di gel Tevgera Goranê kirîye lê niha Goranê bersiv neda û ew çaverêy berisva wanin.
Sîweylî gotjî; Ta niha sedemên paşxistina kombûnê çine, pêştir jî Tevgere Goranê ragihand; Ew mjûlî helbijartina rêkxer û xaneya raperandinê ne, niha ew jî bi dawî hatîn û ta niha wan berisva destipêşxerîya partî nedaye.
Herwesa amajekir ku ew dê di gel Goran li dor karakirina perlemantoy kombibin û ger Goran amadenebe ew rijdin li ser karakirina Perlemantoy li wî demî jî hizbên nava Perlemantoy neçarin biryareka din derbken û Perlemanto bê karakirin, çunkî pêş Referandomê Perlemanto dê bê karakirin.

Waar.tv
Top