• Friday, 20 February 2026
logo

Hikumet û aliyên siyasî li ser pirsa mûçe dicivin

Hikumet û aliyên siyasî li ser pirsa mûçe dicivin
Berdevkê Tevgera Islamî ya Kurdistanê ragehand ku, di rojên bê de biryare civînek di navbera Hikumet û aliyên siyasî li ser pirs mûçe were pêkanîn.

Berdevkê Tevgera Islamî ya Kurdistanê û nûnerê wê partiyê li komîteya bilind a referandomê Ebdula Wertî ji BasNewsê re ragehand ku,di civîna îro, Yekşemê 30.07.2017 komîteya Encûmena bilind a referandomê de bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hemû aliyên siyasî daxwazkirin guhdanekê bidin jiyan û mûçeyên fermanberan.

Herwiha da zanîn ku, biryar hate dan ku, di van nêzîkan de civînek di navbera Hikumet û aliyên siyasî li ser pirs mûçe were pêkanîn.

Bi sedema kirîza darayî Hikumeta Herêma Kurdistanê ji destpêka sala 2016 sîstema paşketina mûçeyên fermanberan derkiribû û heta niha bi wê sîstemê mûçe têne dabeşkirin.

Basnews
Top