Demîrtaş: Bi peyv û pênaseyan kes nabe demokrat
Hevserokê HDP Selahedîn Demîrtaş ku di Zîndana Edîrneyê de girtî ye, bo rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî bi navê "Damezrandina Aştiyê" gotarek nivîsand û da xuyakirin aştî ne tenê bêdengkirina çekan û rawestandina pevçûnan e. Aştî, dawîkirina potansiyela her cure şer û tundiyê ye.
Da zanîn, di demên dawî de hin alî dixwazin wî û Ebdula Ocalan bînin hemberî hev û wan hewlan bi niyetê xerab û xefletê binav dike û divê rêz li kesên ku bi dengên gel tên hilbijartin bê girtin.
Demîrtaş da xuyakirin, bi peyv û pênaseya demokratîk kes nabe demokrat, ji ber ku demokrasî çand û şêwaza jiyanê ye û bang li hemû aliyên demokrasîxwaz kir ku, ji bo serkeftineke bingehîn, di warê aştî û demokrasiyê de rexne li hev bigrin.
K24
