Felah Mistefa:Ti welatek li dijî mafê çarenivîsa xelkê Kurdistanê nîne
Berpirsê fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikumeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa îro, Yekşemê di kongreyeke rojnamevanî de ragehand ku, me ligel dîplpmatkaran behsa referandomê kiriye, mîsaqên Neteweyên Yekbûyî wî mafî bo me dide û helwesta NY aşkereye ku, ti kes li dijî mafê çarenivîsa xelkê Kurdistanê nîne û ew kesên tîbîniyên wan hene li ser dema referandomê ye.
Felah Mistefa Aşkere kir ku, çend şand bo serdana Bexda û welatên din pêktînin û piştî wê serdana welatên derve dikin.Herwiha got jî ku, bername bo Bexda,Welatên derve û civaka Nevnetewî hene.
Berpirsê fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikumeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa derbarê helwesta Bexda got ku, Herêma Kurdistanê hemû amadekariyên xwe bo serdana Bexda kirine û ew hest dikin ku, Herêma Kurdistan cuda ye.
Basnews
