Balyozxaneya Bengiladişê nivîsîngeha xwe li Hewlêrê vedike
Belyozê Bengiladişê kêfxweşiya xwe li hember serdana bo Herêma Kurdistanê nîşan da û silavên Xatûn Şêxe Hesîne Wacid Serokwezîra Bengiladişê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê gihandin û tekîd li ser pêşxistina têkeliyên welatê xwe bi Herêma Kurdistanê re kir.
Balyozê Bengiladişê yê Îraqê behsa rewşa revend û karkerên bengiladişî li Îraq û Herêma Kurdistanê kir û got ku ji bona baştir birêveçûna karûbarên wan karkerên ku di warên cuda de li Herêma Kurdistanê kar dikin û ji bona pêşxistin û berfirehkirina têkeliyan, Hikûmeta Bengiladişê biryar daye ofîsa balyozzxaneya xwe li Hewlêrê veke.
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê sipasiya serdanan Balyozê Bengiladişê bo Hewlêrê kir û bi rêya wî silavên xwe ji xatûn Şêxe Hesîne serokwezîra Bengiladişê re şandin û got ku hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze têkeliyên xwe di hemû waran de bi Bengiladişê re pêş bixe û, herwesa, behsa dîrok û qurbanîdanên gelê Bengiladişê yên ji bona azadî û serxwbûmê kir.
Serokwezîr diyar kir Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê hemû amadekariyan bike ku karûbarên karkerên Bengiladişî yên li Herêma Kurdistanê bi baştirîn awarî birêve biçin û pêşniyara danan mekanîzmeke hevbeş navbera her du Hikûmetên Kurdstanê û Bengiladişê bi rêya balyozxaneya Bengiladişê li Bexdayê û saziyên peywendîdarên herêma Kurdistanê kir ku ew karkerên dixwazin li Herêma Kuridstanê kar bikin, bi awayekî fermî û bi rêya kanalên hikûmeta welatê xwe bihên Herêma Kurdistan kar bikin.
Her du aliyan behsa çewaniya hevahengîya navbera Herêma Kurdistan û Bengildişê, bi taybetî di warên destêkarî, pêşesazî, avakirinê û hemû kertên xizmetgozariyê ku karkerên bengiladişî tecrûbeyeke baş di wan waran de heye û li Herêma Kurdstanê û gelek welatên cîhanê nîşan daye.
