YNK: Kurdên li bajarên Iraqê dijîn rastê gef û êrîşan tên
Civata Serkirdatiya YNKê piştî civîna duh 29-07-2017, di daxuyaniyekê de ragihand: “Eger derfeta serkeftinê çêbe, divê bi bername kar liser bê kirin, bi taybetî ku di 20 salên derbazbûyî de rewşeke weke ya niha çênebûye.”
Hate ragihandin, ku di civînê de biriyar liser bilezrkirina gavên YNKê ya ji bo peydakirina zemîneya lihevhatina nîştimanî ya di navbera hemû aliyan de hatiye wergitin û hate gotin; “Gava herî bi bandor ektîvkirina parlementoyê ye da ku rêkarên yasyaî yên giştpirsiya Başûrê Kurdistanê pesend bike.”
Herwiha di daxuyaniyê de behsa wê yekê hatiye kirin, ku pêwîste şanda bilind ya aliyan serdana Bexda bike ji bo diyalog û daxwaza mafên rewa yên gelê Kurdistanê bike, diyar bike ku giştpirsiya Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên dervey îdareya Herêma Kurdistanê jî mafekî rewa ye.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Divê were eşkerekirin, ka çima beşdarbûna kurdan a di kabîneya niha ya Îraqê de, bi program û biryar hatiye lawazkirin, heta ku gihişte asteke wiha ku tenê 2 wezîrên kurd bimînin. Herwiha tevî qehremanî û qurbaniyan, Hêza Pêşmerge ji çek û mûçe hate bêparkirin.”
YNKê dibêje: “Kurdên rûniştvanên Bexda û bajarên din yên Iraqê rastî gef û êrîşan tên.”
Rudaw
