Almanî daxwazyarên sezayên aborî hemberê Tirkiye ne
Tenê ji sedî 16 ligel berdewamiya pêwendiyên asayî ligel Enqere ne. Herweha ji sedî 80 almanî bawer nakin ku demokrasî li Tirkiye heye.
Piştî girtina hevwelatiyê Almanyayê û parêzvanê mafê mirov Peter Steudtner pêwendiyên Almanya û Tirkiye xerabtir bûn. Tê gotin ku, aloziyên di navbeyna her du welatan de, tu caran weha xerab nebûn e.
K24
