• Friday, 20 February 2026
logo

Jay Garner: Pêwîste Amerîka piştevaniyê li referandoma Kurdistanê bike

Jay Garner: Pêwîste Amerîka piştevaniyê li referandoma Kurdistanê bike
Generalê malnişîn ê Amerîkayê Jay Garner di paneleke li Washingtonê de, ku bi amadebûna şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve birêve diçe ragehand: ‘’Pêwîste Amerîka piştevaniyê li Kurdan bike.’’

Herwaha diyar kir Iraq naha ji aliyê siyaseta şîe ve hatiye qorix kirin û pêwîste Amerîka piştevaniyê li Kurdan û sunneyan bike.

Jay Garner got, divê Amerîka piştevaniyê li referandoma Kurdistanê bike û hevpeymaniya zêdetir li gel Kurdistanê bike.

Jay Garner ku di sala 2003 de wek berpirsê bingehkirina Iraqê bû û di rêveberiya Paul Bremer de dest bi kar kiribû got: ‘’Rêkeftina Sykes-Picot bi dawî bûye.’’

Herwaha behsa jîrbûn û zîrekiya Pêşmerge ya li hember DAIŞê kir û ragehand: ‘’Me hemûyan dît di sala 2014ê de Pêşmerge çawa li hember gruba herî hov a terorîst rawesta.’’

Basnews
Top