Li Washingtonê panêlek li ser referandum û serxwebûna Kurdistanê hate organîzekirin
Di panêla han de ku hijmareke Akademîsyen û mîdiyakar jî amadebûn hakimêberê yê Amerîkayê yê li Îraqê Jay" Carney Di gotara xwe de behsa rewşa Îraqê kir û anî ziman ku zal bûna şîiyan li Îraqê bûye sedema çê bûna metirsiyan bo ser rewşa Îraqê.
Derbarê hikûmeta Kurdistanê de jî Carney Eşkere kir ku Kurd ji sala 1990 heta niha kariye bi awayekî gelek baş deverên xwe îdare bikin lewre lazime piştgîriya referanduma serxwenûna Kurdistanê were kirin.
Nav hatî herwiha tekez li ser metirsiya habûna hêzên çekdar yên Şîiyan û metirsiyên wan hêzan bo ser deverê kir û tekez li ser vê yekê kir ku niha li Îraqê her yek ji Kurd û sune hatine perawêzxistin.
Carney herwiha behsa qehremaniya hêzên pêşmerge jî kir û got: Me dît ku sala 2014an di dema êrîşên terorîstên DIŞIê de hêzên pêşmerge çawe karîne berevanî ji xwe û deverên xwe bikin.
Di beşeke din ya panêla han de generalekî Amerîkî diyar kir ku ew gelek kêfxweşe ku li gel doza gelê Kurdistanê de kar dike û anî ziman ku li gel hêzên pêşmerge jî kar kiriye û bi vê yekê jî serfiraze.
Di berdewamiya panêlê de generalekî din yê Amerîkî got: Dema vê yekê hatiye ku Kurdistanê bibe serbixwe û got: Niha Îraq weke demên berê ne hevpeyman û hevparê Amerîkayê ye.
Nav hatî derbarê siyaset û helwestên Tirkiyeyê yên derbarê referanduma Kurdistanê de jî diyar kir ku lazime di warê referandum û serxwebûna Kurdistanê de Tirkiye hevkariya Kurdan bike.
Her di heman panêlê de generalekî din eşkere kir ku girêdayî bûna Îraqê bi Îran û Rûsiyayê ve gelekî metirsîdare û anî ziman ku eger rewşa han bi vê rengî bidome vê Amerîka nikaribe dawî bi terorîstên DIŞIê bîne.
Di berdewamiya panêlê de Kongresmanekî Amerîkayî jî piştgîriya xwe bo referandum û serxwebûna Kurdistanê diyar kir û got: Gelek hez ji ala Kurdistanê dikim û di nava odeya xwe de jî min ala Kurdistanê daniye.
