• Friday, 20 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Me tevahiya rêyên heyî cerbandin lê ti encamek nebû

Mesrûr Barzanî: Me tevahiya rêyên heyî cerbandin lê ti encamek nebû
Mesrûr Barzanî dibêje me li gel Îraqê tevahiya rêyên heyî cerbandin lêbelê ti encamek destê me neket.
Di çarçoveya panêla taybet bi referanduma serxwebûna Kurdistanê yaku li Washingtonê hatibû organîzekirin, Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û derbarê têkiliyên navbera Kurdistan û Îraqê de diyar kir ku tevahiya rêyên heyî li gel Îraqê hatin cerbandin lêbelê ti encameke wan nebû.
Derbarê lêv û tevger û helwestên hikûmeta Îraqê yên li hember gelê Kurdistanê de jî Mesrûr Barzanî diyar kir ku hikûmeta Îraqê bi xirabtirîn awayî li hember gelê Kurdistanê tevgeriyaye.
Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de got: Îraq gelê Kurdistanê ji xwe dûr xistiye.
Mesrûr Barzanî derbarê referanduma serxwebûna Kurdistanê û deverên Kurdistanî yên li derveya îdareya Kurdistanê de jî got: Şerefeke gelek mezine ku derbarê pêşeroja Kurdistanê de diaxevim û niha dem ew deme ku lazime biryar bistînin û dema serxwebûnê ye.
Derbarê fikar û dilgiraniyên Kurdistanê yên piştî DIŞIê de jî Mesrûr Barzanî anî ziman ku hîn jî ew sedem û fakterên ku bûne sedema derketina DIŞIê ji holê nehatine rakirin û eger kêşeyên heyî neyên çareser kirin vê demê bêgoman teroreke din jî vê serî hilbide.
Mesrûr Barzanî derbarê asta jêhatîbûna artêşa Îraqê li hember DIŞIê de jî diyar kir ku ew artêşa Îraqê yaku Amerîka bi çendîn miliyar dolar hevkariya vê kiribû nikarî di dema êrîşên DIŞIê de berevanî ji pêkhateyên Îraqê bike û di demek de ku Îraq û artêşa Îraqê li hember terorîstên DIŞIê rastî şikestê hatin, hêzên pêşmerge bi lehengî û qehremanî karîn efsaneya DIŞIê têk bibin û bêyî ti cudatî jî berevanî ji tevahiya pêkhateyên heyî bikin.
Derbarê pêşeroja Kurdistanê de jî Mesrûr Barzanî diyar kir ku di pêşerojê de Kurdistan welatek dibe ku bêyî ti cudatî berevanî ji tevahiya pêkhateyan dike û derbarê çarenivîsa mesîhiyên deşta Nînowayê de jî Mesrûr Barzanî got: Em bi her awayî piştgîriya wan mesîhiyan dikin daku ew box we biryar li ser çarenivîsa xwe bidin.
Derbarê referandumê de jî Mesrûr Barzanî got: Em rêz ji biryara gelê Kurdistanê digirin û daxwaz dikin ku di vê çarçoveyê de jî Bexda amadeyê diyalogê be û lazime Îraq di şûna qut kirina têkiliyên xwe li gel Kurdistanê hizra çareser kirina kêşeyên heyî yên weke kêşeya sînorên deverên Kurdistanî yên li derveya îdareya Kurdistanê, petrol, passport û welatîbûnê bike.

Top