Parlementariya du Parlementarên HDPê hate hilweşandin
Duh parlementoya Tirkiyeyê di civîna xwe de giftûgo li ser dosyeya hilweşandina parlementariya du Parlementarên HDPê Feysel Sariyildiz û Tugba Xezer kir û pişt re bi hinceta ku ew her du parlementer beşdariya civînên parlementoyê nekirine û nabin biryar hate dayîn ku parlementariya wan were hilweşandin.
Piştî biryarê jî parlemen li ser vê yekê dest bi dengdanê kir û bi piraniya dengan jî parlementariya wan her du Parlementeran hate hilweşandin.
