• Friday, 20 February 2026
logo

PYD: nêzîk Kurdên Rojhelat dê şoreşê li dijî Îranê biken

PYD: nêzîk Kurdên Rojhelat dê şoreşê li dijî Îranê biken
Serkirdeyekê PYDê ragihand; Ew rêgiryê li derbazbûna Pêşmergeyê Rojavayê Kurdistanê naken û diyarkir; Li deverê Îran tirsa here mezine.
Ciwan Îbrahîm serkirdeyê asayîşa PYDê ji bo rojnameya ‘Ekaz ya Si’ûdî ragihand; Asayîşa PYDê rêgir nîne Pêşmergê rojava derbazî Qamişlo yan her devereka din a li bin kontirola wan bibin, lê pêdivîye derbazbûna wan bi biryara Perlemantoy û rêveberîya xweser be.
Derbarey Îranê navhatî got: Îran mezintrîn têkdere li deverê ji ber ku wê planên darêtî ji bo kontrolkirina hemû deveran hene, herwisa Îran û Rûsya û rijêma Sûrî jî niha yek nînin.
Serkirdê asayîşa PYDê derbarey komara Îslamî ya Îranê û Kurdên rojhelatê Kurdistanê diyar kir; Îran tu deman hevala Kurdan nîne, nabe bi tu rengan Kurd çarenvêsê xwe bi peywendiyên di gel Tehran ve grêden û herwisa got: Li demekê nêzîk Kurdên Îranê dê şoreşê i dijî wî welatî biken.

Waar.tv
Top