• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîka li Iraqê kir

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîka li Iraqê kir
Êvariya roja pênçşem 27.07.2017 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraqê û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de bi eşkere behsa rewşa siyasiya Iraq û Kurdistanê kirin, her wiha rewşa serbazî û şerê dijî terorîstan xistin ber behs û tekez kirin ku ew hemahengî û hevkariya ji bo têkşikandina terorîstan hebûye, berdewam dibe. Her dû alî hevrê bûn ku derxistina Da'îş ji Mûsilê bi wateya dawî hatina terorê nayê û şerê dijî teror pêwîstî bi hemahengî û hevkariya hemû aliyekî heye.

Behskirina rewşa siyasî û emniya navçeyê, mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

Top