• Friday, 20 February 2026
logo

PKK Endamekî PDK-S li bajarê Dêrikê revandin

PKK Endamekî PDK-S li bajarê Dêrikê revandin
Çekdarên Asayîşa PYD baskê PKK li Kurdistana Sûriyê endamên navxweyî ya PDK-S Ebdê Bilal temen 43 salî ji gundê Şekirxaç revandin û ber bi ciheke ne diyar ve birin.

Li gor yek ji malabata wî endamî ku, nexwest navê wî were aşkerekirin ji BasNewsê re ragehand ku, çekdarên Asayîşa PYD duh, Endamê xwecihiya ya Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê(PYD) bi navê Ebdê Bilal bavê Mêvan temen 43 salî ye û bavê 7 zarokan ji gundê Şekirxaçê ser bi bajarê Dêrikê yê Kurdistana Rojava revandin û ber bi ciheke nediyar ve birin.

Hêjayî gotinê ku, bi dehan serkirde û endamên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê(ENKS) di zindanên PYD de ne û derbarê wan kiryaran ENKS gelek daxuyanî dane, tê de daxwaza serbestberdana wan girtiyan.

Basnews
Top