Helîkoptereke cengî ya Almanyayê kete xwarê
Li gorî medyayên Almanyayê, helîkopetereke cengî ya artêşa Almanyayê ya ji corê Tiger, ku di çaçroveya hêzên ser bi Netewên Yekbûyî li welatê Malî de di erk de bûye, li bakurê wê welatê rojavayê Afrîqayê ketiye xwarê.
Li gorî zanyariyan, du firokevan di wê helîkopterê e bûne. Derbarê rewşa firokevanan de ti zanayrî hêj nayê zanîn.
Herwiha derbarê sedema ketina wê helîkoptera cengî ya Almanyayê de jî hêj ti zanyarî nehatine belavkirin.
Di çaçroveya hêzên aştîparêz ên Netewên Yekbûyî de, hejmarek leşkerên Almanyayê jî li welatê Maliyê di erk de ne.
Malî weltaekî biyabanî û hejar ê roajavyê Afrîqayê ye, ku ew çend sal in rastî krîza komên çekdarên tundrew û îslamî û herwiha cudaxwazên Amazîx hatiye, ku hewl didin, li bakurê wî welatî dewletkê ji amazîxan re ava bikin.
Rudaw
